May 23, 2020 09:49 Asia/Tehran
  • Hêrsa li dijî binçavkirina siyasetmedaran: Emê hin bêtir bi hêz bibin

Li gelek bajaran binçavkirina siyasetmedarên kurd hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyên de ev peyam hat dayînê: “Her ku hûn arasteyî me bibin, emê hin bêtir bi hêz bibin.”

Duh di çarçoveya oprasyonekê de li Amedê aktîvîst û siyasetmedar hatin binçavkirin. Li gelek bajaran binçavkirina siyasetmedaran di daxuyaniyên çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Emê qet serê xwe li ber zextên we netewînin. Her ku hûn bi ser me ve werin, emê bi hêztir bibin. Hevalên me li tavilê berdin.”

AMED

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Platforma Jinan a Dîcle Amed (DKAP) li ber avahiya Komeleya Jinan a Rosa ku rêveberên wê hatin binçavkirin daxuyanî da çapemeniyê. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama DKAP’ê Arîn Zumrut axivî û diyar kir ku her dem jin dibin armanca êrişan û got: “Ligel şewba koronayê jî hûn dayika 75 salî binçav dikin. Hevalên me yên jin binçav dikin. Hûnê nikaribin peşkê li têkoşîna me bixin. Her ku hûn arasteyî me bibin emê jî û têkoşîna me wê bi hêztir bibe.” Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî axaftinek kurt kir û got ew ê li dijî zextan têkoşîna xwe mezintir bikin. 

RIHA 

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî daxuyanî da çapemeniyê û binçavkirina aktîvîstên jin û siyasetmedaran şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Pirsûsê pêk hat û parlamenter Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes beşdar bûn. Parlamnter Surucu axivî û destnîşan kir ku dê kes nikaribe têkoşîna wan têk bibe û got: “Emê heta dawiyê li dijî zextên têbikoşin. Emê serê xwe li ber zextên we netewînin û emê bi têkoşîna xwe bersiva we bidin. Emê hin bêtir bibin xelek û têkoşîna xwe xurttir bikin. Demildest hevalên me berdin. Hûn li ber têkçûnê ne.” 

ŞIRNEX 

Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Cizîr û Silopya yên Şirnexê jî binçavkirina şermezar kirin. Hevseroka HDP’a Cizîrê Guler Tunç got wê tu zext nikaribin têkoşîn û piştevaniya jinan asteng bike. 

MÊRDÎN 

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî binçavkirinan şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat û rêveberê HDP’ê Şîrîn Çelebî axivî û dê operasyonên AKP’ê nikaribin wan bêzar bikin. 

ENQERE 

Platforma Jinan a Enqereyê jî têkildarî binçavkirina çalakvanên jin û siyasetmedaran daxuyaniyek nivîskî da û operasyon şermezar kir û xwest ku aktîvîstên jin û siyasetmedar li tavilê werin berdan. 

DÎLOK 

Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî daxuyaniya çapemeniyê da û bertek nîşanî binçavkirinan da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê pêk hat û Hevseroka HDP’a Dîlokê Songul Koçdag axivî û xwest siyasetmedar werin berdan û got dê tu tiştek nikaribe têkoşîna jinan û gelê kurd asteng bike.