Nîsan 03, 2020 18:31 Asia/Tehran
  • Rêkxistîya Mafên Mirovan daxwaz ji Tirkiyê dike zîndanîyên sîyasî azad bike

Rêkxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan a Cîhanî, daxwaz ji hikumeta Tirkiyê kir, bi zûtirîn dem zîndanîyên sîyasî azad bike.

Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) pilanek daye Perlemana Tirkiyê bo azadkirina 90 hezar zîndanîyên sîyasî bi sedema metirsîya belavbûna Vayrosa Koronayê di nav zîndanan de.

Ew pilan, bikuj, destdirêjkarên sêksî û tawanbarên mezin û zîndanîyên sîyasî yên tuhmetbarê terorê nagire ber xwe.

Hox Wîlyamson, Rêveberê Rêxistîya Çiqa Ewrûpa û Navenda Asiyayê ya Sazîya Cîhanî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan dibêje: Divê ew pilan, wan zîndanîyên sîyasî jî vegire, ku tohmetbarê terorê ne, çunku pêdivî bû ew her ji destpêkê ve wan nexin zîndanê.

Selahedîn Demîrtaş, hevserokê berê yê HDPyê jî, yeke ji zîndanîyên sîyasî li Tikiyê ye ku daxwaz dihête kirin ligel hezaran zîndanîyên din yên sîyasî were azadkirin.