Nîsan 03, 2020 16:00 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên Koronayê li Tirkîyê giheşte 356 kesan

Vîrûsa Koronayê li Tirkîyê her ku diçe belav dibe û hejmara gorîyan li vî welatî giheşte 356 kesî û ya tûşbûyîyan jî gihîşt 18 hezar û 135 kesan.

Belavbûna vîrûsa Koronayê li Tirkîyê didome û ligorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya vî welatî, di 24 sietên buhurî de bi candayîna 79 kesên din ji tûşbûyîyên Koronayê hejmara wan giheşte 356 kesan.

Fexredîn Koca Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê ragihand ku di 24 sietên buhurî da têsta Koronayê ser 18 hezar û 757 kesan hatîye encamdanê ku ji wan 2 hezar û 456 kes tûşî Koronayê bûne û bi vî awayî hejmra tûşbûyîyan jî gihîşt 18 hezar û 135 kesan.

Ligorî daxûyanîya Wezîrê Tenduristîya Tirkîyê, sedî 82’yê gorîyên Koronayê li wî welatî kesên jorayî 60 salî ne.

Di vî halî da, Yekitîya Pizişkên Tirkîyê jî ragihand ku hejmara deverên ku heta nika hatine qerentînekirinê giheştîye 335 deveran.

Pirranîya deverên ku bidû belavbûna vîrûsa Kornayê li Tirkîyê hatine qerentînekirinê, li parêzgehên Rîze, Kutahîya, Gumuşhane, Sêwas, Çanqirî, Yûzgat, Erzîncan, Çanakkale, Meletî, Dêrsim, Wan, Qers, Bitlîs, Amed, Mêrdîn, Batman, Agirî û Konyayê ne.

Ji hêla din ve, abora Tirkîyê jî wek warên din ketîye ber bandora vîrûsa Koronayê û bihaya diravên bîyanî li bazara Stenbolê jorda çûye û bihaya par û pişkên Bûrsa Stenbolê jî daketîye.