Nîsan 03, 2020 09:29 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Tirkiyê ji 18 hezar kesî derbas bû

Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê got: Di 24 saetên dawîn de 2456 pêketiyên Koronayê hatin tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan gihişt gihêşte 18 hezar û 135 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, di konferanseke rojnamevanî de bajar bi bajar amarên tûşbûna bi vîrusa Koronayê li seranserê Tirkiyê aşkere kir û diyar kir ku li ser hev 18 hezar û 135 kes li Tirkiyê bi Koronayê ketine û hejmara miriyan jî gihiştiye 356 kesan.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê amarên 24 demjimrên dawî yên Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê aşkere kir. Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê li 24 saetên derbasbûyî 2456 kes tûşî Koronayê bûne û 79 kes jî mirine. 

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê êvara duh roja pêncşemê da zanîn 79 kesên din ji ber Kovîd-19yê Koronayê mirin û hejmara miriyan gihiştiye 356an.

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, di 24 saetên dawîn de 2456 pêketî hatin tesbîtkirin, hejmara pêketiyan gihişt 18 hezar û 135an.

Ji ber koronayê gişt hewldan û civînên zanistî, çandî û hunerî li Tirkiyê cih nayên.

Erdogan serokomarê Tirkiyê jî ji xelkê xwest bûna girtina pêşiya belavbûna Koronayê di malên xwe de bimînin.