Nîsan 02, 2020 16:58 Asia/Tehran
  • Ji ber şer û pevçêna di navbera artêşa Tirkiyê û PKK, hinek ji endamên PKK hatine kuştin

Wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand ku 14 endamên PKK ji ber êrişa artêşa Tirkiyê ya ser pêgehên vê grûpê hatine kuştin.

Li gor rapora TRT, Wezareta berevaniya Tirkiyê li daxûyaniyekê îdia dike: 14 endamên PKK ku dixwestin li nav axa Sûriyê êrişî ser eskerên Tirkiyê bikin, li navça operasiyonî ya Mertala Firatê ketine ber hedefa êrişa eskerên Tirkiyê û hatine kuştin.

PKKê hîn di vê barê de ti daxuyaniyek nedaye.

Eva nîzikî 4 dehekin ku di navbera PKK û artêşa Tirkiyê şer û pevçûn berdewam e.Tirkiye PKK wekî grûpekî terorîstî dizane.