Nîsan 02, 2020 09:23 Asia/Tehran
  • Putîn û Erdogan di hevpeyvîna telefonî de mijdarê girêdayî Sûriyê gotûbêj kirin

Serokomarê Rûsya Vladimir Putin bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî û bi hev re mijarê girêdayî Idlib, Lîbya û Koronvîrûs nîqaş kirin.

Li gorî Kremlin, serokomarê Rûsya û Tirkiyê mijarên çareserkirinê yên Sûriyê nîqaş kirin. Di nav de li ser pêkanîna lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Idlibê de ku 5`ê Adara 2020`an hatine mohrkirin û behsa dosyaya Lîbyayê jî gotûbêj kirin.

Di lihevkirina 5`ê Adara 2020`an du aliyan li ser damezrandina agirbesê li Idlibê li hev kirin, lê belê ji wê demê heya niha komên terorîst ên ku Tirkiye li pişta wan e heya niha zêde ji 40 caran agirbesa li Idlibê binpê kirine.  

Di daxuyaniya Kremlin de hate gotin, bi rêya wê axaftinê, rewşa girêdayî belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê jî hatin gotubêjkirin.

Peywendiya herduu serokan li gel berdewamkirina binpêkirinên agirbestê li Idlibê û domandina anîna cebilxanyên leşkerî ji herêmê re pêk hat.

Tirkiyê ku parek ji axa Sûriyê dagîr kiriye, piştgirekî sereke ya komên terorîst li bakura Sûriyê û parêzgeha Idlibê ye û ji ber viya li operasiyona Sûriyê dijî terorîstan artêşa xwe şande alîkariye terorîstan li Idlibê.