Nîsan 02, 2020 09:04 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan bû 277 kesan

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fexedîn Koca got, "Di 24 saetên dawî de hejmara testên me 14 hezar û 396 in, kesên hatine tespîtkirin ku bi Koronayê ketine 2 hezar û 148 kes in, hejmara nexweşên jiyana xwe ji dest dane 63 ne.” Bi vê yekê re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 277’an.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, piştî Civîna Desteya Zanistê ya têkildarî vîrusa Koronayê pêk hat civîneke çapemeniyê li dar xist.

Koca di vê civînê de , derbarê agahiyên vîrusa Koronayê ya rojane de got, "Di 24 saetên dawî de hejmara testên me 14 hezar û 396 in, kesên hatiye tespîtkirin ku bi Koronayê ketine 2 hezar û 148 in, hejmara nexweşên jiyana xwe ji dest dane 63 ne.”

V di dewamê de got: Bi zêdekirina vê hejmarê,  em dikarin bibêjin hejmara kesên ku ji despêkê heya niha  jiyana xwe ji dest dane gihişt 277’an. Kesên heta niha bi vîrusê ketine jî bû 15 hezar û 679 kesan.

Ji ber koronayê gişt hewldan û civînên zanistî, çandî û hunerî li Tirkiyê cih nayên.

Erdogan serokomarê Tirkiyê jî ji xelkê xwest bûna girtina pêşiya belavbûna Koronayê di malên xwe debimînin.