Nîsan 01, 2020 10:16 Asia/Tehran
  • Balafira bê pîlot a Tirkiyê li Lîbyayê xistin xwarê

Berevaniya Hewayî ya Koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bin fermandetiya general Xelîfe Hefter balafireke bê pîlot a Tirkiyê xiste erdê.

Li gor nivîsîna malpera nûçeyan a Kanala Lîbiya, ev balafir bê pîlot ji bargeha leşkerî ya Muîtîqe ya bin destê hêzên Dewleta Wifaqa Nîştîmanî ya Fayiz Sirac rabûbû ku berevaniya Hewayî ya Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê xiste erdê.

Ji aliyê din ve navenda ragihandinê ya Operasiyonan ya Berkan El-Xezeb ya Dewleta Wifaqa Nîştîmanî ya Fayiz Sirac diyar kir ku du balafirên barhilgir ên Mîrnişînên Hevgirtî yên Erebî (Îmaretê) li bargeha leşkerî ya El-Xadim ya başûra bajarê El-Merc li rojhilata Lîbyayê danîn. Ev bargeha ya hêzên genera Xelîfe Hefter e.

Du rojên berê jî Dewleta Wifaqa Nîştîmanî ragihandibû ku sê balafirên barhilgir ên leşkarî ku ji Ebûzebiya Îmaratê rabûbûn li bargeha El-Merc danîn.

Herwiha Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ragihand, duh bi şev balafirên keşfê yên hêzên wan li ser Misrata firiyan û di saetên sibehê de nuqteyên radar û moşekên Tirkiyê keşf kirin.

Artêşa Nîştîmanî Lîbyayê destnîşan kir ku hêzên wan duh êvarê depoyek balefirên bê pîlot û alavên leşkerî kirin hedef. Di encamê de hajmarek efsert û pisporên Tirkiyê hatin kuştin.

Dewleta Tirkiyê piştgiriya Dewleta Wifaqa Nîştîmanî ya Fayiz Sirac dike û ji aliyê din ve dewletên Misr, Îmaret û Rûsya Koma bi navê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bin fermandetiya general Xelîfe Hefter dikin