Adar 27, 2020 10:02 Asia/Tehran
  • PKK: Li Heftanînê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

PKK'ê diyar kir ku hêzên wan 25'ê Adarê li Heftanînê li dijî leşkerên artêşa Tirkiyê çalakî kirine û di encamê de 4 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku hêzên wê li herêma Heftanînê li dijî artêşa Tirkiyê çalakî li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de PKKê dibêje: 21'ê Adarê hêzên PKKê li dijî qereqola Yekmalê ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê çalakî kirin û derbên giran li kozik û stargehên li qereqolê hatin xistin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

PKKê herwiha ragihand ku 25'ê Adarê saet di 12:30'î de hêzên wê li dijî hêzên Tirkiyê li ser Girê Şêxmûs ê li herêma Heftanînê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbeke xurt li çeperên artêşa Tirkiyê ên li ser girê hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê hatin birin. Artêşa Tirkiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand.

PKK herwiha got ku yekîneyên wê yên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.