Sibat 25, 2020 16:08 Asia/Tehran
  • Erdogan: 2 leşkerên Tirkîyê li Lîbîyê hatin kuştinê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan piştrast kir, ku 2 serbazên wî welatî li Lîbyayê hatine kuştin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan îro Sêşemê 25ê Sibatê berî destpêkirina serdana xwe ya bo Azerbaycanê, li Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê li koma nûçegîhanan ragihand ku ku 2 serbazên wî welatî li Lîbyayê hatine kuştin û ji bo çareserkirina pirsa Idlibê ew ligel Putin di pêwendiyeke berdewam de ne.

Erdogan amaje bi rewşa Lîbyayê jî kir û got, ne tenê ji bo meseleya Idlibê, ji bo pirsa Lîbyayê jî ew ligel Putin di pêwendiyeke berdewam de ne. Erdogan got ku “tevgerên hêzên Xelîfe Hefter bi piştgiriya Rûsyayê berdewam in, Rûsîya bi rêya 2500 milîtanê şirketa Wagnerê piştgirîyê dide hêzên Xelîfe Hefter” û tekez kir, “Îmarat jî piştevaniya darayî û locestîkî ji hêzên Hefter re dabîn dike.”

Derbarê birêveçûna civîna Stenbolê ku biryar e di 5ê Adarê de bihê lidarxistin, Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin: “Merkel û Macron pêwnedî bi Putin kirine, lê heta niha li ser dema lidarketina civînê her çar alîyan lihev nekirine.”

Erdogan herwiha got, şandeke Rûsyayê sibe Çarşemê ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê serdana Tirkiyê dike.