Tirkiye red dike gerên çavdêriyê li gel Rûsyayê
Sibat 14, 2020 19:01 Asia/Tehran
Carek din Tirkiyê red kir, gerên çavdêriyê bi Rûsyayê re li Herêmên kurdî li Sûriyê birêve bibe.
Ligor rapora Kurd Press`ê, carek din gerek çavdêriya Rûsî li rojavayê Kobanî bêyî beşdariya Tirkiyê birêve çû.
Piştî bûyerên derbarê Idlibê û berdewamiya operasiyona artêşa Sûriyê ya bi hevkariya Rûsyayê li dijî terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, eva cara çaran e ku Tirkiye li gerên çavdêriyê tev Rûsiyayê pişkdariyê nake ta ku nerazîbûna xwe ji Miskovayê nîşan bide.
Li gor rapora Hawar News`ê, Hêzên Rûsiyayê ku li gor rêketina tev Tirkiyê qirar bû li rojavaya Kobanê gerekî hevpar tev hêzên Tirkiyê cih bînin, piştî çend saetan ku bi hêviya hêzên Tirkiyê man û ewna nehatin paşê wan bi tenê gera xwe ya çavdêriyê destpê kirin.