Çile 19, 2020 17:31 Asia/Tehran
  • Erdogan dê nehêle partiya Davutoglu bikeve hilbijartinê

Komsyona Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirkiyê Partiya Pêşerojê ku Serokwezîrê îstîfakirî Ehmed Davûdoglu damezrandiye, ji hilbijartinên pêş dûr xist.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan û Serokê Komsyona Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirkiyê Seidî Guven 14’ê vê mehê civîyan.

2 rojan piştî civînê, Komsyona Bilind a Hilbijartinan lîsteya partiyên ku wê beşdarî hilbijartinên pêş bibin, ragihand.

Tişta balkêş ew e ku di vê lîsteyê de navê Partiya Pêşerojê ya ku Ehmed Davûdoglu damezrandiye tunebû.

Li gorî Komsyona Bilind a Hilbijartinan partiyên ji lîsteyê hatine dûrxistin” mercên pêwîst ên beşdarîya di hilbijartinên muhtemel de, tunene.”

Li gorî daxuyaniyê partiyên ku beşdarî hilbijartinan bibin, divê komeleya xwe ya giştî beriya Çileya 2020’an rêk xistibin û çiqên xwe herîkêm li 40 parêzgehên Tirkiyê hebin.

Wer xuya dike ku ev mercên Komsyona Hilbijartinan partiya Davutoglu dikin hedef û Erdogan jî ji niha ve şerê xwe yê hilbijartinan da destpêkirin.