Çile 19, 2020 11:31 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê ji ber lêgerîna gazê ya li Deriya Sipî rexne li Tirkiyê girt

Yekîtiya Ewropayê ji ber hewldanên dewleta Tirkiyê yên di çarçova lêgerîna gazê ya li rojhilata Deriya Sipî de rexne li vî welatî girt .

Li gor nûçeya îro ya IRIB Newsê, Yekîtiya Ewropayê bi weşandina daxuyaniyekê hewldanên dewleta Tirkiyê yên di çarçova  lêgerîna gazê ya li rojhilata Deriya Sipî neqanûnî dan zanîn û ragihand: Rakirina gavên cidî û ber bi çav ber bi çêkirina rewşeke kêrhatî û bi bandor ji bo gotûbêjên bi niyeta xêr pir pêwîst e,  lê di vê halî de dewleta Tirkiyê hewldanên zêde ji bo lêgerîn û peydakirina gazê li devereke pan û berîn a Derya Sipî daye despêkirin ku ev li dijî vê hedefa girîng e.

Yekîtiya Ewropayê herwiha di daxuyaniya xwe de desnîşan kiriye ku divê qanûna navneteweyî ya derbara deryan, prensîba cînaretiya baş û biaştî û mafê serxwebûn û serweriya ser deverên deryayî ya gişt welatan were berçav girtin.

  Yekîtiya Ewropayê di rewşekê de rexneyan li Tirkiyê digire ku serokomarê vî welatî Receb Teyib Erdogan çend rojên berê gotibû: Enqere li rojhilata Derya Sipî li gor berjiwendiyên xwe û anagorî qanûnên navneteweyî tev digere û li vê barê de cidî ye.