Çile 19, 2020 11:15 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropa alîkariya ji bo Tirkiyê ji sedî 75 kêm kir

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropa û Nûnerê Bilind ê Siyaseta Parastinê yê vê yekîtiyê Josep Borrel ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re name şand. Tê gotin ku alîkariya ji bo Tirkiyê ji sedî 75 hatiye kêmkirin.

Berpirsê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropa û Nûnerê Bilind ê Siyaseta Parastinê Josep Borrel eşkere kir ku ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û nakokiyên li ser lêgerîna gazê ya li Deriya Sipî ji sedî 75 alîkariya ji bo Tirkiyê ya sala 2020’an hatiye kêmkirin.

Josep Borrel diyar kiriye ku ji sala 2017’an ve Milyarek  û 200 milyon euro alîkariya ji bo Tirkiyê ji ber destwerdana Enqerê ya li Bakurê Sûriyê û Derya Sipî hatiye kêmkirin.

Borrel destnîşan kiriye ku wê îsal tenê 168 milyon euro ji bo  Tirkiyê alîkarî were pêşkêşkirin. Ji vane 150 milyon ji bo pêşxistina demoktrasî û serweriya qanûnê ye û 18 milyon jî ji bo pêşxistina gundewariyê ye.

Danûstandinên Tirkiyê yên ji bo ketina nav Yekîtiya Ewropayê çend sal in hatine rawestandin. Li gorî rayedarên Ewropayê sdema dûrketiya Tirkiyê, binpêkirinên mafên miorvan û nirxên demokrasiyê ne.