Çile 18, 2020 16:06 Asia/Tehran
  • Berdevkê HDP: ''Partîya Pêşerojê binegeya sîyaseta xwe ser xîmê dijminatîya himberî HDP û Demirtaş danîye''

Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) wek berteka himberî helwestên vê dawîyê yên Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê têkildarî Selahedîn Demirtaş Hevserokê berê yê HDP got: ''Partîya Pêşerojê xîmê sîyaseta xwe ser bingeha dijminatîya himberî HDP û Demirtaş danîye.''

Ligorî rapora Rojnama Evrencelê, Gûnay Kobîlay Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî helwestên vê dawîyê yên Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê têkildarî Selahedîn Demirtaş Hevserokê berê yê HDP û bûyerên Kobanîyê da û got: ''Partîya Pêşerojê ne ewqasî cida ji Silêman Soylu Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ye. Ew jî di warê êrişa ser Demirtaş da û reşkirina HDP hed û sînorekî nas nakin. Tu dibê qey jibo vî karî ew partîya damezirandine û pêşeroja sîyasî ya xwe ser bingeha êrişa ser Demirtaş û reşkirina HDP danîne.''

Kobîlay herwiha got: ''Heke hûn rastîyê dizanin, heke hûn derewan nakin, çima rê nadin Komsîyona Pêderxistina Rastîyan were pêkanînê? Em di vî warî de peyamê dişînin him jibo Erdogîn, him jibo Baxçelî û him jî jibo Dawûdoglu ku eva meydan, werin û derbarê bûyerên 6 û 8`ê Cotmehê de Komsyona Pêderxistina Rastîyan damezirînin.''

Gûnay Kobîlay Berdevkê HDP herwiha got:'' Êrişa ser HDP idî bi çekan tê kirin, Piştî ku HDP roja Sêşemê ket ber êrişa gotinên Silêman Soylu, êrişî avahîya HDP li Istenbolê hat kirinê. Tişta balkêş ew e ku kesê êrişker dewsa revînê penaha xwe birîye Navenda Polîsan a Devera Beyoglu ya Istenbolê. Encamderên wê êrişê her kî bin, berpirsîya sîyasî ya wan li ustîyê Silêman Soylu ye.''