Çile 16, 2020 17:42 Asia/Tehran
  •  Peyama Kiliçdaroglu bo Erdogan: Hemî penaberên Idlibî li koşka serokkomariyê bicih bike

Rêberê Partiya Komarxwaz a Gel ( CHP) a Tirkiyê ji ber siyasetên derve yên Tirkiyê rexne kir û xitabî Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê diyar kir: Hemî penaberên idlibî li koşka serokkomariyê bicih bike.

Li gorî rapora KurdPress`ê, Rêberê CHP ji ber siyasetên derve yên Tirkiyê rexne kir û got: Edogan li bara Idlibê axiviye û teqez dike biraderên me dê ji Idlibê bên. Wan hemiyan li koşka serokkomariya xwe nişetcih bike. Li koşka xwe zikê wan têr bike. Milyonek penaber ji Idlibê li halê pêkanîna pêleka nû ji penabertiyê ber bi Tirkiyê ne. Tirkiye bêyî ku tu karekî bike, lawahiya li Pûtîn dike ji ber ku niştecihkirina vê hejmara penaberan li nav Tirkiyê dê nemumkin be. 

Kiliçdaroglu di dewama gotinên xwe de destnîşan kir: Ger li welatekî dadwerên welatê hanê li ber kesên ku li koşkê rûniştiye, xwe xwar dikin, eva tê vê wateyê ku di welatê hanê de edalet tine. Dema ku behsa azadiya medyan têkirin bi sedan rojnamevanên zinadnî divê bên berçavgirtin. Bi sedan akadêmîsyen bi tenê ji ber ku daxûyaniya aşitiyê wajo kiribûn ji kar derxistin. Niha jî kes ku çek girtiye destê xwe û wêneyên xwe li soşil medyan bi şanazî par ve dike wek mamostê zanîngeha zanistên siaysî hildibjêrin. kesên ku rêveberiya vî welatî dikin, vedixwînime ser eql û mentiqê.