Çile 16, 2020 17:13 Asia/Tehran
  • Parlimanterê HDP: Dewleta Tirkiyê bi nêrîna ku heye nikare mesela kurdan çareser bike

Parlimanterê Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) li parlemana Tirkiyê bal kişand ser mesela kurdan û diyar kir: Dewleta Tirkiyê bi hizra ku heye nikare mesela kurdan çareser bike.

Omer Faroq Gergeroglu Parlimanterê HDP li parlemana Tirkiyê li axiftinekê bal kişand ser mesela kurdan û diyar kir: Dewleta Tirkiyê bi hemî îmkanên xwe partiyeka siyasî ye. Ev meseleya nayê qebûlkirin, dê nekarbin vî karî jî bikin.

Mesela kurdan bi nêrîna dijminane, bi heqaret û kiryarên handêr nayên çareserkirin. Bê guman dê li vê meselê bihesin. Bi hetim bi vê bîr û hizrê dê nekarbin mesela kurdan çareser bikin, ji ber ku bi vê nêrînê bo çareserkirina mesela kurdan divê hemî kurdan bidawî bînin. Hêz û şîyana wan a vî karî tineye. 

Omer Faroq Gergeroglu di dewam gotinên xwe de destnîşan kir: Mesela kurdan bi vê nêrînê dê çareser nebe. Loma divê pêşniyara ku partiya em raber kiriye, qebûl bikin. Tenha rêçare  dabînkirina mafên demokrasiyê û rewşa jiyana wekhev bo hemî çîn û qatên civakê li kêleka hev e. Kurd û tirk, şîe û sunne, hwd divê li kêleka hev bijîn.