Kanûn 13, 2019 16:58 Asia/Tehran
  • Ehmed Dawûdoglu li merasima nasandina partiya nû:Hîndekariyê zimanê dayîkê dê hevgirtina civakî xurt bike

Ehmed Dawûdoglu li merasima nasandina partiya xwe ya nû ku wek partiya Gelecekê hatiye raghandinê li axiftinekê bal kişand ser armancên vê partiyê û got: Hîndekariya zimanê zikmakî dê hevgirtina civakî xurt bike.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Ehmed Dawûdoglu li merasima nasandina partiya xwe ya nû bal kişand ser armancên partiya nû ya xwe û diyar kir: Xala bingehîn a partiya Gelecekê dê  `` Laîtîzma Azadane û ploralîzma olî be.

 Erka herî giring a partiyê jî pêkanîna  mekanîzmên ewlehiyê li hember her kiryareke alozîçêker û çêkirina qeyranê ye ku rêkpêkiya civakî kiribe armanc.

 Hîndekarî û tendrustî û dermankirinê wek mafê sereke yên welatiyan ji dema jidayîkbûnê heta mirinê emê berçav bigrinû sepandina her cure îdolojiyekê ser xwendekaran û xwendevana red dikin.