Kanûn 13, 2019 12:30 Asia/Tehran
  • Davutoglu damezrandina partiya xwe ragihand

Serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê û Serokê AKPê yê berê Ahmet Davutoglu îro înê li Enqerê bi fermî damezrandina partiya xwe ragihand.

Ahmet Davutoglu li Hotêla Bilkentê ya li Enqerê, paytexta Tirkiyê konferanseke rojnamevanî li dar xist û weke dihat çaverêkirin, bi awayekê fermî damezrandina partiya xwe ragihand û nav, logo û bernameya partiya xwe aşkere kir.

Davutolu got, navê partiya wî “Partiya Pêşerojê” ye û tekez kir, “felsefeya bingehîn a siyaseta me girêdayîbûna bi azadiyê û parastina demokrasiya me ji bo nivşên nû ye.”