Erdogan bi telefonê bi Pûtîn re ser Lîbya û Sûriyê axivt
Kanûn 12, 2019 12:01 Asia/Tehran
Berdevê koşka Kremlînê ragihand ku serokomarên Rûsya û Tirkiyê bi telefonê ser rewşa dawiyê li Lîbya û Rûsyê axivtin.
Berdevê koşka Kremlînê Dîmîtrî Peskov got: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh li gotûbêjeke telefonî daxwaza çareseriya krîza Sûriyê kir.
Serokomarên du welatan herwiha diyar kirin ku şer û pevçûnên li derdora Terablosê paytexta Lîbyayê ji wan re fukaran çê dike û xwestin ku bila bilez agirbes navbera aliyên pevçûnê pêk were û ew ji bo aştiyê muzakire bikin.
Berdevê koşka Kremlînê herwiha got ku serokomarên du welatan piştgiriya xwe ji hewldanên bona ji navbirina gefên terorîstî li Sûriyê bi taybetî li parêzgeha Idlibê diyar kirin.