Kanûn 11, 2019 16:10 Asia/Tehran
  • Di dereqa çar salên buhurî de li navçên kurdnişîn ên  Tirkiyê, 49 hezar kes hatine desteserkirin

Piştî têçûna prosa aşitiyê li Tirkiyê li nîveka sala 2015`an de, pêvajoya girtin û hewsîkirina siyasetvan, parlemanter û berpirsên xwecihî yên kurd li Kurdistana Tirkiyê didome.

 Li gor amarên komela mafên mirovan li nîveka sala 2015`an heta dawiya hemen salê ,13 hezar û 189 kes hatine girtin.

Li gorî vê hejmarê 1860 kes li hewsê de mane.

Li sal 2016an jî, 13 hezar û 957 kes hatine desteserkirin, piştî lêkolînê 3361 kes hatine heswîkirin ku li nav wan 13 parlemanter û serokê şaredariya jî hebûne.

 Li gor hemen amarê, li sala 2017`an, 12 hezar û 145 kes hatine girtin û 1783 kes hatine hewsîkirin. Li nav wan de jî 10 parlemanter û serokên şaedariyan hebûne. Par jî 9 hezar û 654 kes hatine destserkirin û 1107 kes hatine hewsîkirin.

 Girtin û hewsîkirina siyasetvanên kurd bi heceta piştgiriya ji terorê piştî sala 1990`an destpê bû.