Erdogan: Em amade ne leşkeran bişînin Lîbîyê
Kanûn 10, 2019 17:43 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê ragihand ku welatê wî jibo şandina leşkran bo Lîbîyê amade ye.
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di hevpeyvîna digel TRT`ê da got: Heke dewleta qanûnî ya Lîbîyê bixwaze, Enqere amade ye leşkeran bişîne wî welatî.
Serokê AKP herwiha got: Enqere jibo şandina leşkeran bo Lîbîyê ji kesî iznê wernagire.
Tirkîyê û Lîbîyê di 27`ê Mijdarê dema seredana Faiz Sirac Serokwezîrê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê bo Enqerê de, rêkevtinama hevkarîyên niftî-ewlehî û deryayî wajo kirin.
Ew karê Tirkîye û Lîbîyê pêrgî berteka gellek welatên derdora deryaya Medîteranê ji wan Misr û Yûnanê bû.