Kanûn 10, 2019 16:51 Asia/Tehran
  • Yûnan: Tirkiyê boykot bikin

Wezîrê karên derve yê Yûnanê behsa hewildanên xwe li yekîtiya Ewropayê jibo boykotkiirna Tirkiyê ji ber hevhatina vê dawiyê ya vî welatî digel Lîbyayê kir.

Nîkos Dendiyan, Wezîrê karên derve yê Yûnanê got ku welatê wî jibo darizandina Tirkiyê ji ber lihevkirnameya deryayî digel Lîbyayê hewcetî bi Yekîtiya Ewropayê heye.

Wezîrê karên derve yê Yûnanê rojha Duşemiyê piştî hevdîtian digel wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brûksela paytexta Belçîkayê di vî warî da got: Min daxwaz şermezarkirina rasterast a van têgihîştinnameyan kir û min pêşniyar da ku heke Tirkiye û dewleta Trablosê hevkariyê nekin, dê çarçoveyek jibo darizandinê pêk were.

Serokomarê Tirkiyê û Fayîz Sriacê serokê Dewleta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê roja 27ê Mijdarê du têgihîştinmae di warê hevkariya ewlehî û navçeyên deryayî wajo kirin ku tûşî berteka tund a Misir, Qibris û Yûnanê bû û li pey wê Yûnanê ragihand ku balyozê dewleta Sirac avêtiye der.

Li gorî nivîsîna Sputnikê, Tevî hebûna dlgiraniyên dîplomatên ewropî ji ber lihevkirina Tirkiye û Lîbyayê, heta niha tu pêngavek dijî Tirkiyê nehatiye rakirin.