Kanûn 10, 2019 09:23 Asia/Tehran
  • Pervîn Buldan: Heke kurd li bakura Sûriyê têk biçin dê DAIŞ rabe ser piyan

Hevseroka Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetên bi dijminatî yên dewleta Tirkiyê li dijî kurdan rexne kir û got: Heke kurd li bakura Sûriyê têk biçin dê DAIŞ rabe ser piyan.

Li gor Kurdpressê, Hevseroka HDPê li civîna parlemana Tirkiyê ya hilkolandina pêşnûmaya bûdca 2020 got: Gelo ez ji we dipirsim heke kurd binkevin wê Tirkiye serkeve? Heke kurd ji mal û warên xwe li bakura Sûriyê werin qewtandin, wê pirsgirêka Idirne, Erdehan û Terabzonê çareser bibe? Bi têkçûn û binketina kurdan li bakura Sûriyê gelo pirsgirêkên bêkarî û gendeliya malî û fînansî li Tirkiyê çareser bike an jî kêm bibe? Her siyaseta ku ji bo têkbirin û binxistina kurdan were bikaranîn ji xwe dibe encama binketina Tirkiyê jî. Netewê Tirkiyê divê vê yekê bizane ku heke kurd li bakura Sûriyê binkevin bi hetim DAIŞ wê dîsa sax bibe û serhildide.  Mixabin ji ber çaresernebûna pirsa kurd û ji ber berdewamiya dijminatiyan li hemberî kurdan, hem kurd û hem jî tirk wê binkevin.

Rojnama Dîvar nivîsiye ku Buldan li dewamê de got: Baca çaresernebûna pirsa kurd herdem civakê daye, hem bi canê xwe hem ji bi abor û ekonomiyê. Boldan di dewamê de got: Ez cerdin diwekilînim çaresernebûna pirsgirêkan û berdewamiya tecrîd û siyasetên şerxwazane ti destkevteke xwe tinen.Gişt deshilatên siyasî ku pirsa kurd wek pirseke ewlehiyê dîtine, binketine û têkçûne. AKP jî wê tevlî vê karwanê têkçûn û binketinê bibe. We pirsa kurd safî nekir, lê kurd wê safî bike.