Kanûn 10, 2019 08:49 Asia/Tehran
  • Erdogan: Me dest bi bicihkirina milyoneke awareyan li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê kirin

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan biryara guhartina demografiyê li herêmên dagirkirî da, li gor vê biryarê dewleta Tirkiyê dest bi bicihkirina milyoneke awareyan li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh biryar da ku welatê wî dest bi guhartina demografiyê li herêmên dagîrbûyî yên di encama êrişên artêşa Tirkiyê ên dawîn ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  bike û got dest bi bicihkirina milyoneke awareyên sûrî li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê kirine. Erdogan dibêje di qonaxa yekem a vê proja wî de 100 hezar penaber li bajarên hanê û derdora wan bi cih dibin. 

Erdogan herwiha di rûniştina Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stenbolê de got ku heya niha 370 hezar penaberên sûrî vegeriyane welatê xwe. Wî îdia kir ku ev penaberana bi dilê xwe vegerîne.

Erdogan di axaftina xwe de ya li pêşiya wezîrên kar û barên civakî yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de got dê piştevaniya avakirina herêmên bicihkirinê yên nû li Bakurê Sûriyê pêşkêş bike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê beriya çend rojan piştrast kir ku dewleta Tirkiyê dest bi guhartina demografiyê li herêmên ku dagir kirine, kir. Navendê piştrast kir ku hejmareke mezin ji şêniyan ber bi bajarê Girê Spî ve tên veguhastin.

Ev pêngav jî beriya civînên gera 14’emîn a ji civînên Astanayê ya ku dewleta Tirkiyê ji bo guhartina demografiya herêmên Sûriyê bi kar aniye, pêk hat.

Erdogan di gotina xwe ya din rexne li serokomarê Fransayê Emmanuel Macron girt ku êdiyama Terora Îslamî bikar tîne û got: min jê re gotiye ku wateya Îslamê Aşitî ye û li hemberî min bêdeng ma lê dîsa ev êdyama li rûniştina NATO bikar tîne. bila ew pirsgirêka Êlek Zeran safî bike, Wî wek mirovek ku qey digihêje hawara mezlûman got: wê nifira mezlûm pêsîra zalim bigire.  

Rûniştina heştem a wezîrên kar û barên derve û yên civakî yên Rêxistina Hevkariya Îslamî  ya bi navê Dilê Îslamê bi axivtina Erdogan û serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî duh li Stenbolê despê kir ku hedefa wê hevkariya bo Efxanistanê ye.