Kanûn 08, 2019 13:11 Asia/Tehran
  • Erdogan: Emê bi tenê li gor daxwaza netewê Sûriyê ji vî welatî derdikevin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh derheq derxistina leşkerên tirk ji bakura Sûriyê got: Em ji Sûriyê dernakevin û bi tenê wê demê emê derkevin ku netewê Sûriyê qedirzaniya me bikin û ji me bixwazin ku niha ji welatê me derkevin.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê, Erdogan li civîna AKPê li Stenbolê îdia kir ku leşkerên Tirkiyê li gor daxwaza netewê Sûriyê û li gor peymana Adanayê çûne vî welatî.

Eva di rewşekê ye ku ji ber êriş û dagîrkeriya artêşa Tirkiyê ser bakura Sûriyê bi sedan kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn û zêde ji 300 hezar kes jî aware û derbi der bûn.

Peymana Adanayê li 20 Cotmeha 1998 ji aliyê şandeya dewleta Tirkiyê û şandeya dewleta Sûriyê li bajarê Adanayê ya Tirkiyê di çarçova şerê li dijî terorîsmê de îmza bû. Erdogan dibêje leşkerên Tirkiyê berî leşkerên welatên din terka axa Sûriyê nadin . Di vê çarçovê de Erdogan got: Me ji serokên welatên ku derheq dema derketina ji Sûriyê bi me re axivtin got: Hûnê kengê terka Sûriyê bidin?.

Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor belge û gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" ya Erdogan bû  "Kaniya Xwînê".

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.

Ev êrişa dewleta Tirkiyê rastî rexne û protestoyên tund ên navneteweyî hat.