Kanûn 04, 2019 16:17 Asia/Tehran
  • Perwîn Boldan:

Hevseroka Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP), Perwîn Boldanê di axaftina xwe di civîna Fraksiyona partiya xwe de got: Tiştê ku Tirkiyê pêwîstî pê heye, hilbijartineka berwext e.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her wiha tevî amajeya bi rewşa bedenî ya Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDPê di zindanê da got: Li pey destwerdanên ku partiyê (HDP) pêk anîne, Demîrtaş jibo dermankirin û tedawiyê birin nexweşxanê. çek up û ceribandinên lazim pêk hatine. Niha rewşa bedenî ya wî baş e û em vê yekê ji nêzik va dişopînin.

Li gorî nivîsîna rojnama Evrenselê, Wê di dewama axaftina xwe da got: Tiştê ku niha hewcetî pê heye lidarxistina hilbijartineka berwext e. Filitîna ji desthilata siyasî û destpêbûna kirayrên jibo nivîsîna Qanûna Bingehîn a nû jibo Tirkiyê û bi vî awayî destpêbûna pêvajoyeka mezin a demokratîkbûnê li Tirkiyê divê bibe mijara sereke ya hemî bereyên demokratîk li welêt. Emê teqez bikarin ji vê desthilata siyasî bifilitin.

Boldanê tevî amajeya bi gotin û zindanîkirina endamên HDPê jî got: Hema bêje nîvê endamên HDPê di zindanan da ne. Polîs û Dozgerên AKPê bi awayekî fermî mijûlî serkutkirina HDPê ne  Sûcdarên rasteqîn li derveyî zindanan da ne, lê mixabin kesên ku daxwaza aştî û demokrasiyê dikin di zîndanê da ne.

Hevseroka Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) di axaftina xwe da her wiha bal kişande ser êrîşa artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û got: Di operasiyona Kaniya Aştiyê da welatiyên sivîl ketine ber êrîşê û bo penabertiyê tên neçarkirin. Hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ku bûye rêxistineka sûc û cinayetêm, li bakur û rojhilata Sûriyê her rojê cinayeta cengê pêk tînin. Cinayetkarên Artêşa Azad a Sûriyê merivan ji malên wan tînin der û li nav kolanê dikujin.