Kanûn 04, 2019 10:59 Asia/Tehran
  • Macron: Tirkiye alîkariya çekdarên ku peywendiya wan bi DAIŞ’ê re hene dike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron berî ku tevlî civîna NATO’yê bibe li gel Trump civiya û di civînê de got; “Tirkiye li dijî Kurdên ku bi me re şerê DAIŞ’ê kirine re şer dike. Her wiha Tirkiye bi çekdarên ku peywendiya wan bi DAIŞ’ê re hene kar dike û alîkariya wan dike.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya civîna NATO ya li Brîtanyayê, civiyan.

Di civînê de Marcon bertek nîşanî polîtîkayên Tirkiyê da û got: "Li aliyekî endamê NATO ye, li aliyê din diçe fuzeyên S-400 ji Rûsya dikire. Ev çawa endamtî ye. Dîsa li aliyê din li dijî kesên  ligel me bi DAIŞ'ê re şer kirine şer dike. Ev bi rastî jî mijarek stratejik e. Ger ku em bixwazin aştiyek demdirêj ava bikin divê em pirsa 'Dijminê me kî ye?' zelal bikin. Divê bi awayekî çalak li dijî terorê têkoşîn bê kirin. Ez ji Tirkiyê zelaliyê dixwazim. Hem endamê NATO ye, hem jî ji Rusya S-400 dikire. Ev çawa çêdibe? Ev di aliyê teknikê de jî ne pêkan e. Divê Tirkiye di mijara YPG'ê û S-400'an de xwe zelal bike."

Her wiha Macron got; “Tirkiye bi çekdarên ku peywendiya wan bi DAIŞ’ê re hene kar dike û alîkariya wan dike.”

Macron herwiha li hemberî rexneya Trump derheq gotina xwe ya li bara NATO ku gotibû ev rêxistin ji aliyê mêjiyê xwe ve miriye bertek nîşan da û piştgirî da vê bawera xwe.

Wî herwiha xwest ku NATO bila çarçovên şerê li dijî terorîsmê zelal bike, çûnku nika wateyeke zelal li vê barê de tine.

Macron herwiha xwest ku gotûbêjên stratejîk û bêyî sadetiyê bi Rûsyayê re werin despêkirin daku rageşiyên niha nemînin. di vî halî de wî çareseriya krîza Ûkaryînê wek şertê van gotûbêjan da zanîn.

Macron bal kişand ser derketina Waşîngton û Moskowê ji Peymana Hêzên Atomî yên navînmenzîl û xwest ku Lihevkirineke nû li vê mijarê pêk were daku ewlehiya Ewropayê dabîn bike.