Li Wanê hevserokên Şaredariya Riya Hermûşê hatin girtin
Hevserokên Şaredariya Riya Hermûşê (Îpekyolu) ya Wanê, Azim Yacan û Şehzade Kurt (Kurd) ku 8ê Mijdarê hatibûn destserkirin û li şûna wan qeyûm hatibû danîn, hatin girtin.
Liparêzgeha Wanê ya Kurdistana Tirkiyê roja 8ê Mijdarê serê sibehê polîsên Tirkiyê bi ser çend malan de girtibûn û bi tohmeta “endambûna rêxistina terorê” û “propagandaya ji bo rêxistinê” herdu hevserokên Şaredariya Riya Hermûşê Azim Yacan û Şehzade Kurt hatibûn desteserkirin.
Yacan û Kurt, piştî ku duh hatin dadgehîkirin biryara girtina wan hat dayîn û bo Girtîgeha Tîpa T ya Wanê hatin şandin.
Dema Şaredariya Riya Hermûşê ya Wanê di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, di 11ê Cotmeha 2016an de qeyûm bo wê şaredariyê hatibû danîn.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrên HDPê Azim Yacan û Şehzade Kurt bi wergirtina ji sedî 54.47ê dengan ji aliyê gel ve wek hevserokên şaredariyê hatibûn hilbijartin.
Lê belê roja 8ê Mijdara îsal Yacan û Kurt di çarçova hewldana nedemokratîk a dewleta Tirkiyê li dijî dengê gel û HDPê de hatin desteserkirin û roja din ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve Qaymeqamê Riya Hermûşê, Sinan Aslan wek qeyûm li şûna wan hat danîn.