Mijdar 12, 2019 09:05 Asia/Tehran
  • Li dijî sûcên şer ên Tirkiyê û bikaranîna çekên kîmyawî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî (fosfor) a ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, dest bi kampanyaya komkirina 100 hezar îmzeyan kir

Dewleta Tirkiyê  di êrîşên xwe yên ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin de çeka fosfor li dijî sivîlan bikar anî.

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd ku ji kesên xwebexş, hiquqnas û Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyê pêk tê, duh li dijî bikaranîna çeka kîmyawî û fosfor a dewleta Tirkiyê dest bi kampanyaya hezar îmzeyan kir. Kampanya wê li kampên penaberên kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê dest pê bike. Tê hedefkirin ku sed hezar îmze bên komkirin û pêşkêşî  Dadgeha Ceza a Navneteweyî ya li Lahey bên kirin.

Komîsyona Belgekirina Sûcên Qirkirina Gelê Kurd tekîldarî mijarê li Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a a Bakûr û Rojhilatê Suriyê ya li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê û starta kampanyayê da.