Mijdar 10, 2019 18:02 Asia/Tehran
  • Terorîstên ser bi Tirkîye û DAIŞ`ê bi zorê dirêv ji niştecihên bakura Sûrîyê distînin

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku têrorîstên ser bi Tirkîye û DAIŞ`ê bi zorê dirêv ji niştecihên bakura Sûrîyê distînin.

Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê di raporekê de ragihand ku gellek têrorîstên DAIŞ`ê tevlî komên ku Tirkîye pişta wan digire bûne û bi awayê hevpar bi zorê dirêv ji xelkê bakura Sûrîyê distînin.

Di wê raporê de hatîye: Li gundê Hemam El-Tirkmen ê girêdayî Girê Spî çeteyên "Ehrar Şerqiyê" yên girêdayî bi Aartêşa Tirkîyê dest danîn ser erebeya xwediyê dikana belavkirina tora enternetê yê bi navê Usama Ebd El-Rezaq.

Herwiha çeteyan ji bo dermankirina birîndarên xwe yên di şerên bi Hêzên Sûriyê Demokratîk re birîndar bûne, dest danîn li ser nîvê dermanên ku li dermanxaneya Luaî Eswed ya li navçeyê. Têrorîstên Ehrar Şerqiyê li ser dermanfiroş ferz kirin ku nîvê fayîdeya dermanxaneyê bide çeteyan, ew jî bi tewana ku berê derman li ser navendên tendirustiyê belav dikir.