Mijdar 10, 2019 10:36 Asia/Tehran
  • Erdogan û Putin bi telefonê re rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin rewşa Sûriyê û rêkeftina Soçiyê gotûbêj kirin.

Serokkomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye Erdogan û Putin peywendiyeke telefonî encam dane. Herwiha di wê peywendiya telefonî da rewşa Sûriyê û rêkeftina Soçiyê hatiye gotûbêjkirin û herdu aliyan pabendbûna xwe bi rêkeftinê anîne ziman.

Wan herwiha pêgîrî kirin ku divê krîza Sûriyê ji riya dîplomatîk û siyasî û di çarçova muzakireyên Astaneyê çareser bibe. Muzakireyên Astaneyê ji  Çileya 2017 bi însiyatîva Îranê û hevkariya Rûsya û Tirkiyê bona damezirandina aştiyê li Sûriyê despê kir.

Rûsya û Tirkiye di 22ê Cotmehê li bajarê Soçî yê Rûsyayê lihevkiribûn ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 30 kîlometreyan ji bajarê Menbic û Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê vekişe û li şûna wê hêzên Rûsyayê û rejima Sûriyê li herêmê bi cî bibin.

Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê"  bû  "Kaniya Xwînê".

Piştî li hevkirina Soçiyê û damezrandina agirbesê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên pê re bi caran agirbes binpê kirine û êrişî ser hêzên kurd ên sûrî û artêşa Sûriyê dikin.