Mijdar 08, 2019 18:14 Asia/Tehran
  • Girtina Şaredarên Kurd li Tirkîyê didome, Hevserokên Şaredariya Rêya Hermûşê hatin girtin

Hevserokên Encûmena Şaredariya Rêya Hermûşê (Îpekyolu) ya ser bi parêzgeha Wanê, bi tohmeta endamîtî û propagandaya bo rêxistina terorê, ku mebest jê PKK ye, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin girtin.

Rêveberiya Asayişa Wanê ragihand, tîmên têkoşîna li dijî terorê yên ser bi vê rêveberiyê ve, îro Înê li ser destûra Serdozgeriya Giştî ya Komarê ya Wanê operasyonek encam dan.

Li gor daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeya Rêya Hermûşê, dor li malên Hevserokê Şaredariya Rêya Hermûşê, Azim Yacan û Şehzade Kurt girtin û ew herdu desteser kirin.

Rêveberiya Asayişa Wanê diyar kir, ew herdu kes di çarçoveya lêkolîna li ser dosyeya KCKê de hatine desteserkirin.

Piştî hewla kudetaya 2016an li Tirkiyê, Wezareta Navxwe ya wî welatî bi biryarên taybet û bi tohmetên weke alîkariya bo rêxistina terorê, endamîtî û propagandaya bo rêxistina terorê, serokên şaredariyên Kurdistana Tirkîyê yên di destê HDPê de ji kar derdixe û sergêrran datîne dewsa wan.