Îlon 21, 2019 10:09 Asia/Tehran
  • Biryara girtina Demirtaş hat dayîn

Di çarçova dosyayeke din de biryara girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê hat dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereya paytexta Tirkiyê, têkildarî ‘bûyerên Kobanî’ yên 6-8`ê Cotmeha 2014`an lêpirsîn derbarê hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de destpêkiribû, di çarçova wê lêpirsînê de, Demîrtaş û Yuksekdag îro ji zîndanên ku tê de girtî ne, bi rêya sîstema vîdyoyê îfade dan dozgerê komarê.

Piştî îfadewergirtina wan, dozgerê komarê, bi daxwaza girtina wan ew sewqî dadgeha cezayê kirin.

Dozger di nivîsa xwe ya derbarê sedema biryara girtina hevserokên HDPê yên berê de gotiye, li ser bûyerên 6-8ê Cotmehê lêpirsîn dihat birêvebirin û hatiye gotin ku di serî de li bajarên Kurdnişîn, li 32 bajaran, rê hatine girtin bi bikaranîna molotof, çek û dar û beran, ziyan bi avahî, seyare û derdorê hatiye gihandin û gelek kesan di wan bûyeran de canê xwe ji dest dane, ji ber vê yekê daxwaz girtina Demîrtaş û Yuksekdagê hatiye kirin.

Yek ji parêzerên Demîrtaş, Benan Molu jî bertek nîşanî biryara dozgeriyê da û got, “2 roj piştî civîna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji bo ku Demîrtaş negihije azadiya xwe lîstikên nû tên lîstîn.”

Roja 2ê Îlonê Dadgeha 19an a Cezayên Giran a Enqerê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi ‘birêvebirina rêxistina terorê’ û ‘bangeşeya ji bo rêxistina terorê’ dihat tohmetbarkirin, biryara azadkirina Demîrtaş dabû.