Îlon 20, 2019 18:22 Asia/Tehran
  • PKKê sê çekdarên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kuştin

Di encama şer û pevçûnên navbera çekdarên Tirkiyê û hêzên PKKê li Herêma Kurdistanê, sê çekdarên artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera Rojnewsê ragihandin ku pevçûna îro Îniyê navbera çekdarên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê û hêzên PKKê di bilindahiyên Xakûrkê da qewimiye.

Li gorî nûçeya vê malpera nêzikî PKKê, Di vê pevçûnê da sê çekdarên Tirkiyê ji wan fermandarekî êrîşa artêşa Tirkiyê li Xarkûkê bi destê hêzên PKKê hatine kuştin.

Heta niha agahiyn pirtir derbarê vê pevçûnê nehatine weşandin û Baska leşkerî ya PKKê jî tu agahiyek li ser vê yekê neweşandiye.