Sep 20, 2019 16:50 Asia/Tehran
  • 25 endamên DAIŞê li Tirkiyê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 25 endamên koma têrorîst a DAIŞê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî girtin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB Newsê, Du kes ji yên ku hatine girtin ji Celladên DAIŞê li Sûriyê ne û 23 kesên din pêspartiya wan wergirtina têrorîstên nû jibo vê koma têrorîst û şandina wan bo Sûriyê bûye.

Hêzên ewlehiyê di vê operasiyonê da, her wiha qaseke zêde ya zêr û pereyê nexit dîtin.

Bi destpêbûna qeyrana Sûriyê, Tirkiye bû cihê sereke ya hatûçûna çeteyên DAIŞê bo Sûriyê.

Nêrîn