Îlon 19, 2019 18:19 Asia/Tehran
  • Girtina demkî ya kedkarekî konsolxaneya Amerîkayê li Tirkiyê hat dirêjkirin

Dadgeha Istenbûlê qala dirêjkirina girtina demkî ya kedkarekî konsolxaneya Amerîkayê li istenbûlê ji ber sîxoriyê kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRIB Newsê, Dadgeheka Istenbûlê li dijî daxwaza parêzerên Metîn Topoz, jibo azadiya wî bi danîna wesîqeyê derket.

Topoz li dadgehê careka din destnîşan kir ku bêguneh e û xwest ku were azadkirin.

Pêştir jî sê daxwazên wî yên azadbûnê di mehên Adar, Gulan û Hezîranê hatibûn redkirin.

Topoz ku di konsolxaneya Amerîkayê li Istenbûlê dixebitiya, Cotmeha sala 2017an bi tawana sîxoriya bona Amerîkayê hat girtin û ji wê demê va û heta niha bi awayê demkî di girtîgehê da ye.