Îlon 13, 2019 14:02 Asia/Tehran
  • Ahmet Davutoglu ji AKP`ê îsîtfa kir

Ahmet Davutoglu serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji AKP`ê îsîtfa kir.

Ahmet Davutoglu serokwezîrê berê yê Tirkiyê piştî ku daxwaza dûrxistina wî ji wê partîyê hatibû kirin, îro di konferanseke rojnamevanî de, ragihand ku wî ji ber daxwaza dûrxistina wî ji AKP`ê, hesta şermê kiriye.

Davutoglu herwiha diyar kir, ku AKP`ê ji prensîpên xwe yên ku li ser wan hatibû damezrandin, dûr ketiye û tekez kir, ku cihê xebata wan di nava refên wê partîyê de êdî nemaye. Davutoglu herwiha mijara dûrxistina xwe û kesên din ji nav refên AKP`ê weke “proseyeke tesfiyekirinê” bi nav kir.

Di vê konferansa rojamevanî de, Davutoglu aşkere jî kir, ku ew dê tevgereke nû ya siyasî ava bikin, ku “mirov û dewleta hiqûqê têde esas were girtin û herî zêde xizmeta xelkê bike.”

Bi gotina Davutoglu ew dê sîstemekî nû li Tirkiyê ava bikin, ku “hemû pêkhate bikarin tê de bi awayekî azadane, xwe îfade bikin û nirxên hevbeş ên civakî tê de hebin. Herwiha sîstemek bê avakirin ku gendelî, hejarî û qedexe lê nebin.” Em daxwaz ji wan kesên ku di fikra berjewendiyên xelkê xwe de ne, bên em bi hev re vî karî bikin.”