Rexneya tund a Partiya Şîn-Fîna Îrlendê ji zêdebûna zexta Tirkiyê ser kurdan
Partiya Şîn Fînê wêdebirina şaredarên bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê, binpêkirina mafên kurdan û serkutkirina demokrasiyê bi nav kiriye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Partiya Şîn Fînê ya Îrlendê wêdebirina sê şaredarên ser bi HDP li Tirkiyê wek binpêkirina azadî û mafên kurdan li vî welatî daye zanîn.
Martîna Anderson nûnera ser bi vê partiyê li parlemanê, wêdebirina sê şaredarên bijarte yên HDPê ji aliyê AKPê va nedemokratîk bi nav kir û ev kiryar wek hewldanek neqanûnî bona parastina qaweta partiya serdest li Tirkiyê û kontrola kurdan li başûrê rojhilata Tikiyê wesf kir.
Partiya Şîn Fînê bal kişand ser vê yekê ku nêzîkî 50 nuner û endamên pilebilind ên Partiya Demokratîk a Gelan ji wan Selahedîn Demirtaş li zindanê ne, wêdebirina şaredarên vê partiyê wek dawîn pêngava Tirkiyê bo serkutkirina kuradn daye zanîn.