Tebax 23, 2019 19:07 Asia/Tehran
  •  Dozgerê Tirkiyê daxawaz 15 salan zindanê bo şaredara wêdebirî ya Wan kir

Piştî wêdebirina Bedîe Ozkokçe Ortanê, şaredara Wanê ji aliyê Wezareta karên hundir va, dozgeriya Tirkiyê li dijî vê şaredara hilbijartî ya xelkê Wanê doz vekir û daxwaza 15 salan hewsê jê re kiriye.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê Haber 7 ê  Piştî wêdebirina Bedîe Ozkokçe Ortanê, şaredara  Wanê ji aliyê Wezareta navxwe, dozgeriya Tirkiyê li dijî vê şaredara hilbijartî ya xelkê Wanê doz vekir û  daxwaza 15 salan hewsê jê re kiriye.

 Li dosiya ku dozgeriya  Tirkiyê li Wanê li dijî Ozkokçe Ertanê şandiye  wezareta edaletê ya Tirkiyê hatiye diayrkirin ku wê hewl daye terorîstên ku li encama pevçûna  bi hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê re hatine kuştin  bi nirx nîşan bide û  bi tawana  teblîxa bo komên terorîstî, dijberiya  li hember qanûna 2911an û piştgiriya ji sûç û sûçkaran daxawaza mehkemekirin û 15 salan zindanê jî re kiriye.

  Hêjayî gotinê ye ku  axiftina  Ortanê li 17 Mijdara 2016`an li ber şaredariya bajarê Wanê bona protestokirina  kivşkirina  berpirs bo vî şaredarî û teqezkirina  ser vê yekê ku Kurdistan dê bibe goristana  faşîsmê, wek propaganda bo komên terorîstî li dosiya wî hatiye qeydkirin.