Tebax 15, 2019 15:40 Asia/Tehran
  • Desteyeke din a leşkerî ya Amerîkayê giheşte Tirkîyê

Desteyeke Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê îro serdana Tirkiyê kir û Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihandiye, ew deste yê serdana Rihayê jî bike.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Cîgirê Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Ewropayê, General Stephen Twitty û desteya pê re îro serdana Tirkiyê kir û li Enqerê bi Fermandariya Artêşa Tikriyê re hevdîtin pêk anî.

Di daxûyaniyê de tê gotin, ew desteya leşkerî ya Amerîkayê dê ji bo dîtin û şopandina karûbarên avakirina navenda operasyonên hevbeş a ji bo damezrandina navçeya aram, serdana Rihayê bike.

Roja 12`ê Tebaxê jî şandeke şeşkesî ya leşkerî ya Amerîkayê serdana Rihayê kiribû û di çarçoveya pêngavên ji bo pêkanîna navenda operasyonên hevbeş de, li sînorê başûra Tirkiyê digel Sûrîyê, dest bi lêkolînê kiribû.

Tirkiye û Amerîkayê roja 7`ê vê mehê ragihandin, di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alîyan liser “avakirina navçeya aram ” û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina navçeya aram” li hev kirine.