Tebax 15, 2019 15:08 Asia/Tehran
  • Demirtaş:

Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di axavtinekê de amajeyî kiryarên Tirkîyê jibo avakirina Navça Ewleh li bakura Sûrîyê kir û got: "Rêya herîmentiqî, hevdîtina rasterast û hevkarîya Kurdên Sûrîyê û Hikûmeta Tirkîyê ye."

Ligorî nivîsara Rojnama Bîrgûnê, Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş di axavtinekê de amajeyî kiryarên Tirkîyê jibo avakirina Navça Ewleh li bakura Sûrîyê kir û got: "Sîyasetên Tirkîyê himberî Sûrîyê hema ji roja destpêkê va şaş bûn, niha jî şaş in. Heke hûn sîyaseta derve ser bingeha işkesta alîyê din kivş bikin, yanî ser bingeha işkesta Kurdan û Bişar Esed darêjin, hûn dê hema ji destpêkê va pêrgî işkestê bibin. Sîyaseta Tirkîyê himberî Sûrîyê divîya dewsa hewildana jibo işkesta alîyê himber, ser bingeha pêngavrakirina jibo encamekê bo Tirkîyê bihata darêştin.Rêya herîmezntiqî jî vekirîhîştina rêyên dîyalog û muzakira digel hemî alîyên sûrî ji wan Kurdan û Bişar Esed bû."

Demirtaş herwiha got ku şer û dagirkirin, yê Tirkîyê bixin ber gefên gellek mezin.

Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) herwiha got: Hêvî dikim ku di Konfiransa Sûrîyê da ku CHP`ê amadekarîya wê dike, Kurd neyên jibîrkirinê. Ez nevexwendina PYD`ê jibo wê konfiransê dikarim fem bikim lê divê Kurd bi curekê di wê konfiransê de werin pişkdarkirinê.