Tîrmeh 15, 2019 09:04 Asia/Tehran
  • Erdogan: Di dawîya opêrasyonên Çengê de yê gefek bi navê Qendîl nemîne

Serokomarê Tirkîyê amajeyî opêrasyonên Artêşa vî welatî li bakura Iraqê kir û got: Di dawîya opêrasyonên Çengê de yê gefek bi navê Qendîl himberî Tirkîyê nemîne.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, Serokomarê Tirkîyê RecebTeyîb Erdogan amajeyî opêrasyonên Artêşa Tirkîyê li bakura Iraqê kir û got: Opêrasyonên ku ji sala 1984`an ve bi merema jinavbirina gefên dijî ewlehîya netewî ya Tirkîyê ji bakura Iraqê ve destpê bûne, didomin û çawan ku hûn dizanin, opêrasyonên Çeng1 û Çeng-2`yê bi awayekî serkevtî cih tên û divê were gotinê ku Di dawîya opêrasyonên Çengê de yê gefek bi navê Qendîl himberî Tirkîyê nemîne.

Serokomarê Tirkîyê di dewama axavtina xwe de amajeyî guhestina Sîstema Berevanîya Mûşekî ya S-400 a Rûsî bo Tirkîyê jî kir û got: Tirkîye dê wê mertalê tam jibo dabînkirina ewlehîya û aştîya herêmê bi kar bîne. Em bi kirrîna wê mertalê xwe jibo şêrr hazir nakin.