Tîrmeh 14, 2019 18:05 Asia/Tehran
  • Serokê CHP`ê: Demirtaş ligorî kîjan belgeyê di zîndanê da ye?

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) di axavtinekê de amajeyî girtîyên sîyasî li Tirkîyê kir û got: Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ligorî kîjan belgeyê di zîndanê da ye?

Ligorî rapora Rojnama Evrencelê, Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu di axavtinekê di merasima vekirina Parka Edaletê li Istenbolê de amajeyî girtîyên sîyasî li Tirkîyê kir û got: ``Bi dehan hezar kes di zîndanên Tirkîyê da ne ku hin kes ji wan bi neheqî hatine girtinê. Parlimanterê berê Eren Erdem bi çi heger û belgeyekê di zîndanê de ye. Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş ligorî kîjan belgeyê di zîndanê da ye? Em dadperwerîyê jibo her kesî bi awayekî yeksan dixwazin.``

Wî di dewama axavtina xwe da amajeyî radestkirina Mertala Mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê bo Tirkîyê jî kir û got: ``Di deama pêwîst da bersiva Erê nedane daxwaza Tirkîyê ya kirrîna Mertala Mûşekî ya Patiryotê, helbet ku Tirkîye jibo dabînkirina ewlehîya xwe yê bijareyên din bigire ber xwe. Eva mafê Tirkîyê ye.``