Tîrmeh 14, 2019 09:44 Asia/Tehran
  • Hûrgilliyên boykotên hitmalî yên Amerîkayê dijî Tirkiyê

Malpera Blombêrgê roja Şemiyê hin hûrgillî ji boykotên hitmalî yên Amrîkayê li dijî Tirkiyê ji ber kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê aşkira kirin.

Li gorî rapora Blombêrgê, Waşîngton dê tenê qîma xwe bi wêdadayîna Tirkiyê ji bernameya çêkirina firokeyên şêrr ên F35ê neyne û renge li gorî qanûnên Amerîkayê 12 cûreyên boykotan li ser Tirkiyê bên sepandin.

Li gorî vê raporê, Boykotên Amerîkayê dê pêkhatî ji qedexetiya kirrîn û firotina milk û erdan, sînordariya sermiyandanînê Tirkiyê di belgeyên bihadar ên Amerîkayê, sînordarî jibo kompaniyên Tirkiyeyî jibo ketina nav beşa abûrî ya Amerîkayê bin.

Blombêrgê her wiha ragihand: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê dê ji saziyên navneteweyî yên mîna Sindoqa Navneteweyî ya dirêv bixwaze ku dayîna her cûre pereyekê bo saziyên abûrî yên Tirkiyê ku tên boykotkirin rawestîne.

Ji aliyê din va renge gellek ji kompaniyên ku di beşa pêşeyên Berevaniyê yên Tirkiyê da çalak in jî bên boykotkirin.

Radestkirina barên Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê ji roja Îniyê va dest pê bûye.

Gihîştina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê di rewşekê da ye ku dewleta Amerkayê pêştir Tirkiye hişyar kiribû ku derdem ku yekem barê vê pergalê bigihêje axa Tirkiyê, dê boykotên dijwar li dijî Enqerê bên sepandin.

Tevî vêya rayedarên Enqerê li ser kirrîna vê pergalê ji Rûsiyê pêgirî kiribûn.

waşîngton îdia dike ku bicîbûna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê li axa Tirkiyê dê xalên lawaziyê yên F35a Amerîkayê aşkira bike.

Girêbesta firotina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê di Kanûna 2017an de hat wajokirin.

Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.