Tîrmeh 14, 2019 09:29 Asia/Tehran
  • Berevaniya Tirkiyê ji kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê kirrîn û wergirtina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê jibo ewlehiya Tirkiyê pêwîst da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê roja Şemiyê wek bersiva gotinên vê dawiyê yên Mark Êspêr, Sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê li bara Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê got: Kirrîn û wergirtina vê pergalê buijartinek nîne, belkî pêwîstî ye, ji ber ku Tirkiye ketiye rewşa gefên ciddî.

Mark Êspêr Sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê roja Şemiyê li Twitterê nivîsî: Haya me ji destpêbûna wergirtina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê va heye û helwêsta waşîngtonê li bara firokeyên şêrr ên F35ê neguheriye.

Amerîkayê ku pêştir wek bertekek li hembrî kirrîna vê pergalê, fêrkirina firokevanên Tirkiyê di bernameya Firokeyên Şêrr ên F35ê dabû rawestandin, gef xwariye ku dê boykotên zêdetir li dijî Tirkiyê bisepîne û dilgiraniya çalakên bazarê ev e ku Waşîngton dest dayne ser belgeyên deynê yên Tirkiyê ku gellek girêdayî bo dolarê ye.

Radestkirina barên Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê bo Tirkiyê ji roja Îniyê va dest pê bûye.

Wek yekem berteka bazarê li hemberî gihîştina vê pergalê bo Tirkiyê, bihayê Lîreyê li serafiyên Istenbûlê zêde ji sedî 1,2ê daket û dolar gihîşte 5,76 Lîreyî. Her franka swîsê jî bû 5,81 Lîre.