Tîrmeh 13, 2019 19:43 Asia/Tehran
  • S-400 gihîşte Tirkiyê, Bihayê Lîreyê daket

Bi gihîştina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400 a Rûsiyê bo Tirkiyê, bihayê Lîrê Tirkiyê zêdetir ji sedî 1,2`yê daket.

Li gorî rapora ISNA`yê, Piştî bi mehan kêşe û nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400 a Rûsiyê ji aliyê Enqerê va, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku yekem barê vê pergala berevaniyê wergirtiye û dilgiraniyên ji ber berteka Waşîngtonê li hemberî vê kiryarê û sepandina boykotan, bû sebeb ku liv û hejên giran li bazarên abûrî yên Tirkiyê pêk bên.

Wek yekem berteka bazarê li hemberî gihîştina vê pergalê bo Tirkiyê, bihayê Lîreyê zêde ji sedî 1,2`yê daket û dolar gihîşte 5,76 Lîreyî. Her Frankekî Swîsê jî rabû 5,81 Lîreyî.

Kirîstiyen Meciyo, Stratejîstê bazarên nûdiyarbûyî yê Enistîtûya TD'ya Kanadayê tevî amajeya ser berteka kêmdîtî ya bazarên Tirkiyê li hemberî kirrîna wî mertalî, ragihand: Rîska boykotên hitmalî yên Amerîkayê çalakên abûrî yên Tirkiyê xistine nav fukaran.

Amerîkayê ku pêştir wek bertekek li hembrî kirrîna vê pergalê, fêrkirina firokevanên Tirkiyê di bernameya Firokeyên Şêrr ên F-35`ê de dabû rawestandin, gef xwariye ku dê boykotên zêdetir ser Tirkiyê de bisepîne û dilgiraniya çalakên bazarê ev e ku Waşîngton dest dayne ser ewraq û belgeyên deynê yên Tirkiyê ku gellek girêdayîyê diravê dolar in.