Sêwem balefira hilgirê sîstema S-400`ê li Enqerê daket
Guhestina sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a rûsî ku ji duh ve destpê bibû îro jî hat şopandin û sêwem balefira barhilgirtinê ya rûsî vê sibê li meqera eskerî ya Akînciyê li navça Qehreman- Kazan a Enqerê danî.
Li gorî rapora Haber 7`ê guhestina sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a rûsî ku ji duh ve destpê bibû îro jî hat şopandin û sêwem balefira barhilgirtinê ya rûsî vê sibê li meqera eskerî ya Akînciyê li navça Qehreman- Kazan a Enqerê daket.
Li gorî lêzanînên ku hatine bidestxistin, balefira barhilgirtinê ya sisyan ku li Enqerê rûnitşye, hin pirtiyên têkildarî navenda fermandetî û kontrola sîstema berevaniya mûşekî bar kiribû.
Li gor nûçeyên hatî weşandinê mûşekên vê sîstemê hela nehatine guhestin bo Tirkiyê û 120 mûşekên sîstema S-400 di wexteke din ji riya deryayê dê bê Tirkiyê.
Tivdîrên ewlehiyê yên hêzên jandermeriyê û artêşa Tirkiyê li meqera eskerî ya Akînciyê li asta herî bilind hatine raghandin.