Tîrmeh 13, 2019 16:28 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi navê Çengal-2 ya artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê dest pê bû

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro ragihand ku artêşa vî welatî ji şeva bihurî ve operasiyoneke nû bi navê Çengal-2`yê li Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî rapora Anatoliyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxûyaniya xwe de ragihand ku di saet 22`yê şeva bihurî ve opersiyoneke nû bi navê Çengal-2`yê jibo şerê dijî PKK`ê li bakurê Iraqê destpê bû.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Operasiyona Çengal-2`yê bi piştevaniya hêza esmanî, helîkopter û firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê li gorî bernameyê li bakurê Iraqê dest pê bûye.

Di dewama wê daxûyaniyê de her wiha hatiye: Hêzên çekdar ên Tirkiyê di çarçova operasiyona Çengal-2`yê de yê şerê dijî hêzên PKK`ê û jinavbirina sitargehên wan bidomînin.

Artêşa Tirkiyê ji 27`ê Gulanê ve bi destpêkirina operasiyonekê bi navê Çengalê li bakurê Iraqê, li dû jinavbirina endamên PKKê ji van navçeyan e.

Iraqê bi caran êrîşn esmanî yên artêşa Tirkiyê ser bakur vî welatî şermezar kiriye û ji Enqerê xwestiye ku van êrîşan rawestîne.

Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ziyanên giran li rûniştiyên vê navçeyê ketine.