Jul 11, 2019 09:25 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Tirkiyê li ser dewama çalakiyên vekolanê li perravên Qibrisê

Wezareta karên derve ya Tirkiyêli ser dewama çalakiyên vekolanê yên vî welatî di warê vedîtina çavkaniyên enêrjiyê li perravên Qibrisê pêgirî kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya YJC'yê ji zarê malpera TRT'yê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê wek berteka bo daxawza rayedarên welatên rojavayî ji vî welatî jibo rawestandina vekolana jibo vedîtina çavkaniyên nift û gazê li nêzikî perravên Qibrisê, bi dayîna daxûyaniyekê li ser dewama çalakiyên Tirkiyê li vê navçeyê pêgirî kir.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê tevî redkirina gotinên rayedarên Yewnanê û welatên Yekîtiya Ewropayê li bara neqanûnîbûna çalakiyên Tirkiyê, pêgirî kir ku vekolanên Tirkiyê jibo vedîtina çavkaniyên ernêrjiyê li rojhilata Deryaya Sipî li gorî destûra ku Qibrisa Bakur di sala 2011an de daye Kompaniya Petrola Tirkiyê, dê were domandin.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê tevî pêgiriya li ser vêya ku Tirkiye mafê xwe li rojhilata Deryaya Sipî diparêze, ragihand: Heta wêd emê ku beşa yewnanînişîn a Qibrisê beşa tirknişîn a vê giravê beşdarî rêbazên têkildarî parvekirina derhatên çavkaniyên enêrjiyêî neke û mafên wan misoger neke, Tirkiye jî dê berevaniya maf û berjewendiyên tirkên Qibrisê li derdora vê giravê bike.

Di salên dawî da mijara vedîtina niftê li perravên Qibrisê jibo Tikriyê gellek girîng bûye. Bi awayekî ku kiryarên Tirkiyê bûne sebeba gêreyên tund digel Yekîtioya Ewropayê.

Koka sereke ya van gêreyan ev e ku Tirkiye desthilata Qibrisê bi fermî nas nake, loma xwe xwedîmafê jibo operasiyona vedîtina niftû  gazê li van navçeyan dizane.

Nêrîn